Raman û Mijar
Raman û Mijar
Dema weşanê: Pûşper 12, 2017, 3:25 Dîtin: 478

 

    Mejîyê mirov, yanê mejîyê kesayetekê/î mîna pergala sîstema civakekê ye. 
    Bi gorî zanîst û lêkolînêran, mejîyê mirovekî heta nêzîkî 40 salî, nuronan digîhîjîne; yanê wek çêre çayîr û gîha hişîn dibe; ev tişt jî, girêdayî xwendin, hînbûn, fêrbûn û çalakîya mejî ye.
     Ne wek metafor, raste rast av seva gîha çi be, xwendin jî seva mejî û nuronan heman tişt e. Hey ku mirov fêrdibe nuron digîhîjin, hey ku nuron pir dibin di navbera navendên mejî da pewendî û rê çêdibin. Mîna ku çûyîn û hatina bajarekî pir tîr bibe, çêkirina rê pêwîst bibe, rê pir bibin, bazirganî zêde bibe, aborîya bajêr hey biçe mezin bibe. Mejî jî, bi xwendinê, wek çûyîn û hatina bajarek navendî mezin dibe.   
    Tişta em jê ra dibêjin “Baqilbûn” xên ji pêwendî û girêdana nuronan tiştek din nîn e. 
    Hey ku mirov fehm dike, dema tiştên nû tên pêşîya wî, bêtir zû fêr dibe. Bi fehmkirinê fêrbûn hêsan dibe. Lê belê ezberkirin fêrbûn nîn e. Mezîyeta  girîng a herî girîng ezberkirin na, fehmkirin e. 
    Bi awayek din bêjim: mirov dema bixwaze hertiştî  fehm dike, lê nikare hertiştî ezber bike. 
    Jixwe, mantiqa tiştekî fehmkirin, ezberkirina wî jî hêsan dike. Lêbelê em nikarin ezberkirinê jî, ji fakulteyên mantiq veqetînin.
    Bi ezberkirina fikrekê, ew fikir nabe ya we, lê bi fehmkirina wê hûn dikarin hezar fikran jê bidin zayin û hemû jî yên we ne. 
    Mirov, bi tundî û bandorek giran û kûr bi vê pergalê ve girêdayî ye.
    Di civakekê da çûyîn û hatin çikas tîr bibe, bi her awayî pêşketin ewqas zêde dibe û civak ji xwe re pergalekê, peymanekê, `biryanekê` datîne. (wek xwendin û xwedîbûna fikran.) 
    Ji vê tiştê re jî dibêjin erf û edet. Edî bi hezar salan ev nirx û qeyde û pîv, li ser mirovan bandor dikin. 
Civaknas vê mijarê baştir fehm dikin.
    Her civak bi van nirx û qeydeyan di kesayetên civakê de karekterekî çêdike, lê hemû karekter jî bi gorî peymana civakê şekil digirin. 
    Hemû mirovên di nav vê civakê de tên Dunyayê ji %99.9 mîna ferdekî civakê difikirin. 
    Disa wek hemû ferdên civakê herkes di nav civakê de bi fikr û raman xwe cûda dibîne. Xwe cûda dîtina wan jî dîsa dibe peyta hevşibîya wan.  
    Ji wan wetrê li ser hemû mijaran, ramana wan ji yên din cûdatir, cewaztir û cihêtir e.
    Ez du mînakan bidim ; lê divê wateya mînak û metaforan neyên tevlihev kirin. Metafor « şibandin e » ; mînak « peyt û argûman e ».
    Mînak 1 : Hemû Ereb, ji 1500 salî vir ve musulman in. Ne dikarin ji Pirtûka xwe (Quran) tiştekî kêm bikin, ne jî dikarin tiştekî lê zêde bikin. 
    Mînak 2 : Tirk ji hebûna xwe vir ve hov û wehşî ne. Ew jî bi ramana tirkbûne sînorkirî ne. Mîna kûçikê kûçelanî (qidûz), li v`alî w`alî êrişî herkesî dikin. Dibêjin, herkes ji me dibehejin, me nakişînin, çavnebarîyan ji me dikin. 
    Ya serî tenê rast e. yanê herkes ji wan dibehejin.
    Ev jî dide xuyan ku, eger raman bi mijarek ve girêdayî, sînorkirî  be,  guherîn bê derfet nîn e lê pir dikudîne û dijwar e. Ji ber ku hemû mirovên di van civakan da tên Dunyayê û diçin wek hev difikirin. 
    Tişta herî pir vê carê we şaş dihêle jî ev e: du hev mirov dikarin li ser her mijarê heman tiştan bifikirin. Dibe ku  ev nêrîn we şaş bihêle, lê em vê rastî yê dest-bi-dest bi matematikê dikarin peyt bikin. 
    Tiştek bi sînor, di kombînezonek bê dawî de dubare dibe. 
    Mînak: dema hûn tavlê dilizin, du hev zar hene, li ser her zarî heta 6`an jimar hene, 6x6=36. Eger hun zarê xwe cara 37`an bavêjin, ji jimarên berê yek tê.
    Herwaha di mejîyê mirovekî de sed milyar nuron 1011 hene. Yanê 1011x1011=10011. Eger hun cara trîlyon û yekî zar bavêjin, ji jimarên berê yek tê.  
    Ji bo guherîna civakan divê herî kêm li ser her mijarê azadîya raman hebe. Eger azadîya raman tunebe ji wekhev fikirîne dubarebûnên fikran dizên. 
    Yên ku dixwazin hemû civak, girêdayî ol, raman û îdeolojîyekê tevbigerin, ew ji gel û civakê koletîyê dixwazin. 
    Mafê tu kesî tune bêje min Karl Marks nexwendîye lê ez ji komunîzmê hez dikim.
    Mafê tu kesî tune bêje : min Quran nexwendîye lê ez ji Quranê bawer dikim. 
    Eger ji yekî zêdetir ol û îdeolojî hebin tu kes nikare bêje: “ya herî rast ya min e.”
    Min ji pismamê xwe pirsî: di malbata me de kesî erebî bizanibe û Quranê bi fehmkirin bixwîne tune, Em çawa bûn musulman? Got: bi bavê xwe… min got: ew çawa bû musulman? Got: bi bavê xwe… min got: ew çawa bû musulman? Pismamek din got: ew jî bi zora şûr…  
    Eger di demek dîyar de, li ser mijarekî zor li me hatibe kirin ji bo pejirandina wî, em çawa dikarin bêjin ev raman e?

Zanyar Dêrîn
 

 

​​​​​​