Li ser pirtûka ”Mîro” rexne
Li ser pirtûka ”Mîro” rexne
Dema weşanê: Befranbar 7, 2018, 12:19 Dîtin: 1048

Ji vir û çend hefte berê du heb Pirtûkên nivîskar Îkram Ogûz ket destê min. 
Ez, nivîskar Îkram Ogûz ji rojnameya bi navê « Navkurd » nasdikim. Ez rast bêjim, Kêfa min gellek ji zelalîya hevoksazîya Ogûz ra tê, lewma min pir dixwest ez pirtûkên wî bixwînim. 
Romana wî ya bi navê Mîro min xelas kir. Min xwest ez rexneyekê li vê romanê bikim. Lê dixwazim were zanîn jî, ez rexnegerek pispor nîn im. (Min roman bi gorî xwe rexne kirîye.)  
Bêguman herçend hinek xetayên rêzimanîyê (gramer) hebe jî, di zelalîya hevoksazîyê da, roman xwe derdixe pêş ; lê vê tiştê em nikarin ji nivîskar ra têkin mal, ji ber ku mijara « rêzamanî û rastnivîsê » ji sedî sed nikare têkeve stûyê nivîskar. 
Bi gelemperî kêmasîyek berbiçav di wêjeya kurdî da heye, ev kêmasî jî, bi her awayî, di her nîvîsên wêjeyî de xwe dide xuyan.
Redaktorên pispor di wêjeya kurdî da tune ne, ev kêmasî jî, ji tunebûna otorîteya ziman, yanê tunebûna « AKADEMÎYA ZIMAN » tê. 
Roman pir xweş tê xwendin. Li ser vê mijarê meriv nikare nivîskar pir zêde tawanbar bike. 

Di romanê de ev peyvên han çalak dibin, û min ew hilanîn : 
KEVIRÊ SîQAL... NANÊ GARIS... ŞÊNîYÊN GUND... SIVDERA NAN... AJALÊN PÛTÎ... HEQÎB... KULABÊ NÎRÊ GA... GÛNÎ JI BO ARVAN... BERFA KURŞE...

*** *** 

Mijara romanê li ser koçberî û mêrkujîya nav malbatên kurdan e. Bûyer ji şerê « Tirk û Rûs » ê sedsala 1877-1878`da destpêdike. Bi jimara tewqûma rûmî dikeve sedsala 1293`an. Lewma di romanê da nivîskar dibêje şerê 93`an.
Bûyerên mijarê, ji ber vî şerî, koçberî ya gundek kurd e. 
Di vir da em dikarin li ser teknîkên romanê, nivîskar rexne bikin. Nivîskar, di romanê da lehengên romanê pir nade axaftin. Li ser hizra wan nesekinîye. Lê bûyeran bi rewanîyek rewa tîne ziman. 
Gulê ji zelûlî û kesareta xizanî û xelayê dergûşa xwe di rêwîtîya koçberîya da davêje ; lê nivîskar li ser hestên derûnî nesekinîye. Lê dîsa jî canê meriv dilerizîne.
Mîro li ber destê kalikê xwe `Silêman` mezin dibe, lê kalikê wî tu-şîretî li Mîro nake. 
Mîro naxwaze leşkerîyê ji Dewleta Tirk ra bike lê, nivîskar di vir da jî, ne Mîro dide axaftin, ne jî dide fikirîn. Mîro çima lêşkerîyê nake ? 
Mîro ji bo leşkerîyê neke mirinê dide ber çavê xwe ; lê dîsa jî leşkerîyê nake. Mîro li dijî neheqîyê radipere, lê paşê bixwe jî neheqîyê dike. Du caran dizewice. Neheqîyê li jina xwe ya ewil Senem û ya dawîn û ciwan Narîn`ê dike. Neheqîyê li pismamê xwe dike. Dema fîrar wî direvînin, fîrar û Mîro bi hev ra na-axifin, sewal nayê kirin, bersiv nayê danîn. Mîro li kirinên xwe poşman nabe ; Û nivîskar ne bi devê lehengan ne jî bi hizra wan, fikra xwe dîyar nake. Narîn a bîst salî didin mêrek çil salî, lê nivîskar xwe nake şûna Narîn`ê, bi hizra Narîn`ê nerêtîyek civakî nayne ziman. 
Ji ber ku lehengan nade axaftin, di romanê da rulyefên fikir û hizr û raman pir kêm in; û disa ji ber vê sedemê, metafor, hoker û rengdêr kêm hatine bikaranîn.
Bi guman, roman herikbar e, 140 rûpel e. min di du rojan da xwend. Roman hêjayî xwendinê ye. Li jor jî me gotibû ev romana Ogûz, Romana wî ya yekem e. 
Di her tiştên yekem da kêmasî hene. Ji çaplûkên yekem heta ramûsanên li ser sing û berên dîlberek kezî zer û qer...