JI TENÊBÛNÊ HEZ DIKIM
JI TENÊBÛNÊ HEZ DIKIM
Dema weşanê: Gelawêj 3, 2017, 10:16 Dîtin: 435

 

Hûn qe tenê mane ?

Nizanim ; lê ez bawer nakim hûn tenê mabin. Ez qala saetek û duduyan nakim ! qala tenê-jîyînê dikim.

Pir kes nikarin tenê bimînin. Newêrin tenê bimînin. Ji tenêbûn û tenêmayînê ditirsin. Tenêbûn mîna kabosekî bi hemû giranîya xwe li ser wan rûdinê, ruhê wan teng dike, wan di bin xwe da bê nefes dihêle, difetisîne.

Pir mirov tenêbûnê wek esaret dibînin.

Ji ber vê yekê, mirov dixwazin li dora wan nas û xism û heval û hogir hebin. Pirê caran navê vê tiştê datînin « civatmendî » (sosyabîlîte). Lêbelê ev tişt ji civatmendîyê betir, fobîya, yanê tirsa tenêmayînê ye.

Mirov bixwaze nexwaze, ilam bi ferdên civatê re dikeve nav alozî û pevçûnan û ji hev dixeyîdin ; bi yekî ra pevdiçe, diçe xwe davêje bext û pîyarîya  yekî din. Ev gengeşî û alozî wisa dikudînin heta mirinê ; yan jî eger bi awayek erdnîgarî (jeografîk) ji hev biqetin, wê demê pirsgirêk û gengeşîyên wan bidawî dibin. Lê kuda biçin jî, xwe jî bi xwe ra dibin.

Kes nikare ji xwe xelas bibe, divê xwe « hasil » bike bi xwe re bijî.

Ez li ser « çimabûn û çawabûna » pêwendîyên mirovan fikirîm. (taybet hingî tenê dijîm)

Mirov çima vîn û vêtina hevdîtinê hîs dike, mirov çima hevdu dibînin, mirov ji bo xwe diçe yekî/ê dibîne, yan ji bo wî/ê diçe wî/ê dibîne, ji bo « pê » re biaxife yan ji bo « jê » re biaxife diçe wî/ê dibîne, ji bo tiştekî bidê yan ji bo tiştekî jê bistîne diçe wî/ê dibîne , dema didê çi dixwaze bidê, dema distîne çi dixwaze bistîne ?

Fîlozofê Fransiz Montaigne dibêje : «Hemû mirov xwe baqil dibînin. Herkes difikire ku ew di Jîyanê de bi ser neketîye ji ber ku bê şans bûye ; lê di derbarê aqil da çi para wî ketîye, gişt girtîye. »

Bira kes xwe bi zanebûna xwe nexabîne, zanebûn, her roj fêrbûn e.

Zanebûn û fêrbûn wek av û xwîdanê ye. Tu tî dibî vedixwî, xwîdan didî dimîzî dîsa tî dibî ; eger cardin venexwî dimirî. Eger cardin fêr nebî zanebûn dimire.

Dema mijar darîng (materyel) be, mirov dixwazin bistînin ; lê dema mijar aqil be, herkes dixwaze bide.

Hevdîtinên mirovan li ser vê pergal û nêzîkhatinê tên lidarxistin.

Demek şûnda ez varqilîm tiştekî, min fahm kir ku mirovên bi hev re diaxifin, guhdarkirin û neguhdarkirinê ji xwe re nakin xem. Tişta ew dixwazin “guhdayîn”a yekî/ê ye, yanê yek guh bide wan.

Çend caran, ji bo biceribînim, di axaftinên xwe da min mijar guherî, hevpeyvê/a min ferq nekir min mijar guherîye, ji ber ku deng diçû heta ber şikefta guhê wî/ê, lê nediket hindur nediçû mejî. Tenê dizanîbû yê diaxife ez im. 

Dema em bi mirovek re diaxifin, ji me wetrê mirov fahm nakin, lê belê ji bo fahmkirinê potansîyela wan heye lê xwestin û vîna fahmkirina wan tuneye. Ji ber ku dema em diaxifin, ew jî di serê xwe de axaftina xwe amade dikin.

Û min fahmkir ku yên guhdayînê dixwazin, bixwe jî guh nadin tiştekî. Êdî çima bi guhdarkirinê wexta xwe wenda bikim û zîmanê xwe biwestînim !..

Herwaha bi pûte ez li ser fahmkirinê sekinîm. Bi vî awayî dema min dixwend û ez dixwînim, ji pirxwendinê zêdetir li ser fahmkirinê disekinîm, disekinim.

Min ji xwe re got: îro êdî li ser her mijarê bi mîlyonan pirtûk hene, yek bixwaze tiştekî fêrbibe ewê çima were cem min?

Ji alîyê din, Ji xwe, eger tiştek min ê hêjayî gotinê, kêr û havilî tiştekî were hebe, wê demê ew tişt hinek gelemperîye jî. Ne hewceye ez yek bi yek ji mirovan ra bêjim.

Vaye ez raman û gotinên bi gorî xwe pêwîst dibînim, li vir dinivîsim. Kî/ê bixwaze ewê bixwîne, nexwaze naxwîne. Êdî çima bi zor di dev û çavê xelkê re bikim ?  Edî çima li defa hawarê bixim, bêjim : « hêy ! we dît çi tiştên bîhîstina wan girîng hene li cem min ! werin mêzekin ez çi tiştên balkêş dizanim ! werin guhdar bikin ! »

Kesekî/ê gava bixwaze tiştekî fêrbibe, çavkanî pirin, bi mîlyonan pirtûk hene ansîklopedî hene, înternet heye… heye… heye…

Êdî min vêtina tenêbûnê fahmkir!

Êdî min evrarîya tenêmayînê fahmkir.

Na! ne ku ez dijî pêwendên civakî me, na! Bi tenê, dema « ez û xwe » em tenê ne kêfa me tingiloz e (xweş e).

Tu-têkîlîya xwestina tenêmayîna min bi xemgînî û melankolîyê tune ye. Yanê ji tenêbûnê hezkirina min, girêdayî xemgînî, hovîtî û ji mirovan revînê nîn e.

Ez hov nîn im, ji mir-h-ovan hez dikim. Xemgîn nîn im, dilşa û devken im.

Pêwîstîya min tune ez mirovan bibînim li ser rojevê qulaberîyê lafezanîyê bi wan re bikim ; û hewceya mirovên zana jî bi nirxandin û şîrovekirina min a rojevê tune.

Tişta mayîn ; ji heftan ji mehan carê ez û nas û dostan hevdu bibînin bi hevre xwarin û şerabekî bixwin, vebixwin bes e.

Min ferq kir ku dema ez tenê dimam, ez li kesî nedifikirîm, kes nedihat bîra min, û min hîs dikir ez jî naçim bîra kesî/ê ; û min destpêkir ez fêrbim ji bo xwe, ne ji bo kesî/ê.

Hey ku fêrdibûm, min fahm jî dikir. Hey ku fahm dikir, bêtir fêr dibûm, kûrtir fahm dikir.

Di fêrbûn û fahmkirinê de kûr dibûm, (qasî bikaribim) hey kûr dibûm dûr dibûm. Ez kerr bûm û bi ser xwe da tewîyam…

Hewceyî qisedana kesî/ê nebûm. Kesî/ê qisedana wî hewceyî guhdarkirina min tunebû. 

Ji kesî/ê nexeyîdîbûm, kesî/ê ji min xeyîdî nemabû.

Dûr ketibûm, tenê mabûm. Na! min xwe tenê hîştibû. Ez û ”tenêbûn” tenê bûn…

Ji tenêbûnê hez dikim…